ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ BI GEL RE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şaredariya Gel a kantona Reqayê, îro civîneke giştî bi xelkên bajêr re li dar xist û tê de rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir.

Civîn li “Stadyuma Beledî” ya li navenda bajêr li dar ket û tê de Desteya serokatiya Şaredariya Gel, Serokatiya Gerînendeya Paqijiyê û Serokatiya Gerînendeya Avê beşdar bûn.

Di civînê de mijarên xizmetguzariyê, wek ziftkirina rêyan, çaksazkirina xetên av û enerjiyê her wiha pêşkêşkirina plansaziyeke pêşerojê û projeyên girîng hatin nîqaş kirin.

Civîna Şaredariya Gel a kantona Reqayê yek ji rêzecivînên Şaredariyê yên bi armanca pêşxistina proseya xizmetguzariyê li herêmê ye.

Share This Article