Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan semînerek li ser komploya navneteweyî, armanc û encamên wê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.
Endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclis amade bûn.
Berdevka îniyatîfê Amîna Xidro semîner bi rêve bir û got, ramanên Rêber Abdullah Ocalan li zora siyasetên pergalên desthildar çû.
Hevserokê Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo jî tayên komployê şîrove kir û got, Rêber Abdullah Ocalan komplo vala derxist û ramanên wî ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk bûye projeyeke pratîkî.
