Desteya Tendirustiyê ya kantona Reqayê, yekemîn Odeya nexweşên Şewat û ciwankariyê di nexweşxaneya “Watenî” de vekir.
Desteya Tendirustiyê ya kantona Reqayê bi armanca pêşxistina beşên tendirustiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev Ode ava kir.
Avakirin Odeya nexweşên Şewatê û ciwankariyê yekem ode ye ku li ser asta herêmê tê vekirin.
Berpirsên Odeyê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku ev ode bi teknîkên herî pêşketî hatiye amadekirin.
Berpirsan anîn ziman ku dê ji bo kesên şewitî xizmetên xwe bi awayekî bê pere pêşkêş bikin.
Her wiha ji bo xizmetên ciwankariyê jî di demên bê de dê nîqaş werin kirin.
