Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Rizgar Zagros oxir kirin.
Şêniyan cenaze li kolanên taxê gerandin û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve ketin rê.
Li goristanê, axaftin li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kirin.
Axêveran gotin, Ji bo em Kurdistanê azad bikin û yekitiyê pêk bînin em tiştên xwe yên herî giranbiha di oxira wan de feda dikin.
Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Şêx Qember wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir û di nava tilîliyên dayikan de şehîd hat oxirkirin.
