DEWLETA TIRK MAFÊ HÊVIYÊ YA RÊBER APO BINPÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Parêzer Mihemed Emîn Ne’îmî derbarê bêparhiştina rêber Apo ji mafê hêviyê axivî û got, mafê hêviyê mafekî rewa ye lê dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike û rêber apo ji mafê hêviyê dûr dixe.

zêdetirî 26 sal in rêber abdullah ocalan li girava îmraliyê dîlgirtiye.

Tevî banga aştiyê ya Rêber APO jî, lê dewleta tirk a dagirker heta niha gavên cidî neavêtiye û Rêber Apo ji mafê hêviyê dûr dixe.

Hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Parêzer Mihemed Emîn Ne’îmî derbarê bêparhiştina rêber Apo ji mafê hêviyê axivî û got, mafê hêviyê mafekî rewa ye lê dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike û rêber apo ji mafê hêviyê dûr dixe.

Mihemed Emîn Ne’îmî anî ziman ku banga rêber Apo ya “Aştî û civake Demkratîk” ku cîhan piştgiriya wê kir dewleta tirk xistiye ezmûneke hestiyar de. 27’ê Sibatê de, ji bo bersivdana armancên gelê Kurd û vejandina hevbendiyekê di nava gelan de li ser bingehên demokrasiyê, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.

Tevî ku çend meh di ser vê bangê re derbas bûne, lê dewleta Tirk tu gavên bingehîn ên berbiçav neavêtine.

Share This Article