bi dirûşmeya ” Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye”, îro bi sedan xelkên kantona cizîrê daketin qadan û daxwaza azadiya Rêbertî kirin.
beşdarên meşê gotin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya tevahî gerdûnê ye.
Gelê Kurd û dostên wan; bê navber daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin û ji bo aktîvkirina banga aştiyê ya Rêbertî, dixebitin.
Di vê çarçoveyê de, Ensiyatîfa Gel meşek li bajarê Qamişlo li dar xist û tê de bi sedan şêniyên kantona Cizîrê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rewşenbîr amade bûn.
Meş ji qada Osman Sebrî ya li têketina bajarê Qamişlo dest pêkir û di nav dirûşemeyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO de, ber bi navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ve dewam kir.
Beşdarên meşê ji Rojava TV re axivîn û gotin, ew azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gerdûnê dibînin.
Welatiyan destnîşan kirin ku kesên bîrwer di hucreyên girtîgehê de nayên ragirtin, divê kesên mîna Rêber Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de azad bin.
Tevî daxwazên cîhanî yên ji bo rakirina tecrîdê, dewleta Tirk mafê hêviyê ya Rêber APO bin pê dike û hevdîtinên bi malbet û parêzeran re asteng dike.
