NÊZÎ 4 MEHANE LI BENDAVA TIŞRÎNÊ GEL DÎROKEK JI BERXWEDANÊ DINIVÎSE

Rojava Tv
2 Min Read

Rêveber û Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ên bajarê Qamişlo têkildarî berxwedana gel û şervanan a li bendava Tişrînê axivîn û destnîşan kirin, li bendava Tişrînê vîna gel bi serkeft û planên dewleta Tirk pûç bûn.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 bendav li ser ava çemê Firatê hene. Bendava Tişrînê 115 K.M nêzî bajarê Helebê, 33 K.M li başûrê bajarê Minbicê ye û 70 kîlometreyan jî li başûrê rojavayê bajarê Kobanê ye.

Bendav wekî çavkaniyeke sereke ya enerjiya av û elektIrîkê tê bikaranîn.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrîşên xwe yên domdar hewl dide bendavê dagir bike û li gelê herêmê şantaj bike.

Têkildarî berxwedana li bendava Tişrînê Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a Qamişlo EbdulHelîm Eko destnîşan kir, bendava tişrînê ne tenê cihê av û kehrebeyê ye, lê belê cihê ku vîna gel tê de bi serkeft û planên dagirkeriyê pûç bû.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a Qamişlo Taz Başa jî diyar kir ku, li ser bedena bendava tişrînê xwîna zarokên ji hemû pêkhateyên herêmê hat rijandin, ji lewra dê gav paş ve neyê avêtin.

Bendava Tişrîn ku di sala 1999’an de hatiye çêkirin, di warê enerjî û berhemdayînê de duyemîn mezintirîn bendave li Sûriyeyê ye. Bendav ji 6 turbînên berhemdayîna elektirîkê pêk tê.

Share This Article