Di pêşxistina sektora tendursitiyê li bajarê Reqayê de, roleke girîng û aktîv a jinan heye.
Têkildarî mijarê xebatkarên jin ên qada tendursitiyê yên bajarê Reqayê ji Rojava TV re behsa karûxebatên jinan û rola wan a di nava wê qadê de dikin.
Ev der bajarê Reqayê ye, beriya sala 2017’an ji bo her kesî û bi taybetî ji bo jinan jiyan lê reş bû û şert û mercên jiyanê li wê deverê zehmet bû .
Lê bi damezirandina Rêveberiya Xweser re, hêdî hêdî henaseyên jiyanê li welatiyan vegeriyan û jinan jî ev yek weke derfetekê ji xwe re dîtin.
Di pêşxistin û xurtkirina sektora tendursitiyê de jî roleke mezin a jinan heye.
Têkildarî mijarê Rêvebera nivîsgeha jin di nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê de, Necah El- Umer ji Rojava TV re axivî.
JI hêla xwe ve, berdevka navenda tenduristiyê ya şehîd Mîdîya Îbrahîm, Ayîşa Xelîl behsa karûxebatên jinan û keda wan a di nava qada tenduristiyê de dike.
Di nava sîstema Rêveberiya Xweser de, pergala hevserokatiyê heye û bi wê yekê rêveberî armanc dike ku rola her du zayendan di nava civakê de hevseng be û zihnîyeta paşverê ji nav bibe.
