ŞERT Û MERCÊN HEWA Û ZIWAHBÛNÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI ÇANDINIYÊ KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Kêmbûna baranê ya îsal, bûye sedema kêmbûneke berçav di rêjeya ava avdanê de, nemaze ji bo zeviyên çandiniya palahî ku bi tevahî girêdayî ava baranê ne.

Li gel kêmbûna baranê, bilindbûna pileya germahî û zuhabûnê jî, zerer û ziyan gihandiye berhemên çandiniyê, bi taybetî genim, ceh û zebeş ku ji bo xelkên herêmê berhemên stratejîk in.

Cotkarên Reqayê ji Rojava TV re diyar kirin ku ew ji kêmbûna baranê û bilindbûna pileya germahiyê bi fikar in û ditirsin ku ew demsala çandiniyê bi temamî ji dest bidin.

Rêveberê Ofîsa Parastina Çandiniyê ya Reqayê “Hemûd El-Şerîde” jî diyar kir ku demsala niha demsala herî ziwa ye û di encamê de bandoreke neyînî li ser gelek mijaran dike.

çandinî çavkaniya sereke ya dahata piraniya xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

lê Kêmbarîna baranê û ziwabûna îsal zirareke mezin daye sektora çandiniyê, li gel wê jî tirsa bilindbûna bihayê kelûpelên bingehîn û tunebûna hin cûreyên çandiniyê zêde dibe.

Share This Article