Yekîtiya Suryan û Partiya Aşûr a demokratîk îro bi hevkariya Rêxistina Aşûrî ya demokratîk ji bo pîrozkirina cejna Akîto şahiyek li gundê Til Elwerdîyet a Til temrê li darxistin.
Şahî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên suryan, Aşûr û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya demokratîk hat lidarxistin.
Di şahiyê de komên hunerî yên suryanî û Aşûrî tabloyên xwe yên ku çand û filoklora suryan û Aşûriyan dide nasîn, pêşkêş kirin.
Paşê li ser navê Partiya Aşûr a demokratîk û Rêxistina Asûrî ya demokratîk axaftin hatin kirin.
Axêveran cejna Akîto pîroz kirin û diyarkirin ku, ew ê di avakirina sûriyeke demokrat, pirreng û rêzê ji tevahî ol û baweriyan re bigire, bi israr bin.
Di dawiya şahiyê de komên hunerî yên suryan û aşûr berhemên xwe pêşkêş kirin û dîlan hatin gernadin.
LI BAJARÊ HESEKÊ CEJNA EKÎTO HATE PÎROZKIRIN
