DESTEYA CIWANAN CIVÎNEK JI XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA RE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Ciwan û Werzîşê civînek ji xwendekarên zanîngeha Rojava re li dar xist û li astengiyên wan guhdar kir.

Xwendekaran gotin, ew rastî pirsgirêka çûnûhatinê tên û daxwaza çareserkirinê kirin.

Desteya Ciwan û Werzîşê ji bo nîqaşkirina astengiyên ku xwendekarên zanîngeha Rojava pê re rû bi rû dimînin, civînek saz kir.

Civîn bi beşdariya xwendekar, malbatên wan û rêveberiya desteya ciwan û werzîşê li navenda PYD’ê ya bajarê Amûdê hate lidarxistin.

Di civînê de rewşa xwendinê hate nîqaşkirin. Her wiha li daxwazên xwendekaran jî hate guhdarkirin.

Xwendekaran û malbatên wan jî, pirsgirêkên xwe anîn ser ziman û daxwaza çareserkirinê kirin.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zanîngehên girêdayî Rêveberiya Xweser hene û hemahengiya zanîngehan bi barê dabînkirina pêdiviyên wan radibe. Piştî vê civînê dê çareseriyek bo van xwendekaran jî were dîtin.

Share This Article