BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK A RÊBER APO BINGEHA JIYANA AZAD DANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber APO, rêveberên desteya jin a kantoan Cizîrê ji Rojava TV re axivîn û gotin, bi fikir û felsefeya Rêber APO jinên ji tevahî pêkhateyan mafên xwe bi dest xistin.

27’ê Sibatê , şandeya îmraliyê ya partiya Wekhevî û demokrasiyê ya gelan Dem Partiyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.

Piştî hevdîtinê, Şandeyê banga dîrokî ya Rêber APO ya Aştî û civaka Demokratîk aşkere kir.

Banga Rêber Abdullah Ocalan li seranserî kurdistan û cîhanê rastî pêşwaziyeke germ û mezin hat.

Seroka Desteya Jin ya Kantona Cizîrê Rohat Xelîl têkildarî mijarê nirxandin kir.

Her wiha Cîgira seroka Desteya Jin Newal Mizeyed jî da zanîn ku, bi fikir û felsefeya Rêber APO jinên ji tevahî pêkhateyan mafên xwe bi dest xistin.

Share This Article