Hemwextî salvegera 7’mîn ya dagirkirina bajarê Efrînê, partiyên siyasî yên Helebê, daxuyaniyek parve kirin û banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin.
Daxuyanî li pêşiya parka Efrîn ya li taxa Eşrefiyê bi beşdariya endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Pêşverû ya Kurd li Suriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Demoqratî Kurdî-Sûrî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de kiryarên dagirkeriya tirk ên 7 salan ku li efrînê pêk tîne hatin şermezarkirin.
Her wiha Partiyan anîn ziman dewleta tirk a dagirker bi armanca qirkirina etnîkî û çandî guhartinên demografîk û talankirina xwazyê li Efrînê pêk tîne.
Partiyên Siyasî di dawiya daxuyaniyê de daxwaza bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê û dabînkirina vegerke bi ewle ji bo koçberan kirin.
PARTIYÊN SIYASÎ YÊN HELEBÊ 7’MÎN SALVEGERA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIRIN
