Meclîsa karûbarên olî ya kantona Reqayê derbarê kiryar û komkujiyên li Beravê daxuyaniyeke da û komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kir.
Meclîsê di daxuyaniyê de got kiryarên ku li berava sûriyê li dijî elewiyan pêk tên dûrî ola îslamê ne û exlaqê mirovahiyê binpê dike.
Her wiha meclîsê diyar kir ku divê desthilata nû ya sûriyê li pêşiya komkujiyan bisekine û rê nede tevlihevî û fitineyên ku yekîtiya gelê sûriyê têk bibe.
Meclîsa karûbarên olî ya kantona reqayê di dawiyê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên mirovî kir ku bi erkê xwe yên mirovî rabin û sûcdaran darizandin.
MECLÎSA KARÛBARÊN OLÎ KIRIYARÊN LI BERAVA SÛRIYÊ ŞERMEZAR KIR
