JINÊN KANTONA CIZÎRÊ BI COŞ ROJA 8’Ê ADARÊ PÎEOZ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi hezaran jinên kantona cizîrê bi şahiyeke girseyî 8’ê adarê roja cîhanî ya jinan pîroz kirin.
Jinan bi coşeke mezin qada şahiyê bi xemla xwe xemilandin û tekez kirin ku,têkoşîna hevpar a jinan rêya têkbirina siyasetên paşguhkirin û qirkirinê ye.

bi boneya 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya jinan îro bi hezaran jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên ji bajarê Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Tirbespiyê û di bin dirûşma “bi felsefeya jin jiyan azadî ber bi sûriyeke demokratîk ve” 8’ê adarê pîroz kirin.

Şahiya 8’ê adarê li hola gundê Hîmo ya li bajêr li darxistin û birengê buharê hat xemlandin.

di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin li ser navê Kongra Star, Meclîsa Jinên Sûriyê û Yekitiya Jinên Suryan hatin kirin.

Di axaftinan de 8 adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin, û hat gotni ku têkoşîna hevpar a jinan rêya têkbirina siyasetên paşguhkirin û qirkirinê ye.

Di şahiyê de peyama piştgiriyê ya şandeya alamî ya ji bo Rojava hat xwendin .her wiha Peyama Rêber APO ya ji bo jinan hat xwendin.

îro weke her sal li seranserî kurdistan û cîhanê 8’ê adarê Roja cîhanî ya jinan bi şahiyên girsaeyî hat pîrozkirin.

jinên ku xwe bi cil û bergên neteweyî xemilandibûn, dîlana azadiyê gerandin û dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî berz kirin.

Share This Article