LI DÊRIKÊ JI BO 2 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ MERASÎMEKE XIYABÎ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Dêrikê ji bo 2 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ku di şerê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de şehîd bibûn, merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.
Merasîm bi beşdariya şêniyên bajarê Dêrikê, endamên sazî û dezgehên rêveberiya xweser, partî û saziyên jinan li Qada Azadî hate lidarxistin.
Di merasîmê de, li ser navên hêzên leşkerî, meclisa malbatên şehîdan û Kongra Star axaftin hatin kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, ew ê berxwedaniya şervanên azadiyê heta serkeftinê dewam bikin.
Piştre nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Share This Article