Cîgira Hevserokatiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulîstan Elî derbarê lidarxistina Kongreya Niştîmanî ji Rojava TV re nirxandin kirin.
Gulîstan Elî got komîteya ji bo amadekirina Kongreya Niştîmanî hatiye sazkirin, tevahî netewên li sûriyê temsîl nake.
Di 11’ê Sibatê de desthialta Şamê ragihand ku ew amadekariyên lidarxistina Kongireya Diyaloga Niştîmanî ya Sûrî dikin.
komîteya ku hatiye avakirin rastî rexneyên cûda ji tevahî sûriyê tê.
Cîgira Hevserokatiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulîstan Elî derabarî amadekariyên lidarxistina Kongreya Niştîmanî ya Sûrî ji Rojava TV re nirxandin kirin.
Gulîstan Elî got komîteya ku ji bo bi rêvebirina Kongreya Niştîmanî ya Sûrî hatiye amadekirin tevahî netewên li sûriyê temsîl nake.
Gulîstan Elî anî ziman, divê komîteyeke demokrat û pir reng ku ji hemû pêkhateyên sûriyê pêk were avabibe.
Desthialta Şamê komîteyek ku ji 7 kesan pêk tê avakiriye da ku kongireyê bi rêve bibin, lê ev komîte li seranserî sûriyê rastî rexne û nerazîbûnan netewên cûda tê.
