HEJMAREK JI ROJNAMEVANÊN HERÊMÊ XELATÊN ŞEHÎD MAZLÛM Û ÎSAM WERGIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegera 125’emîn a Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad bi şahiyekê xelatên Pêşbirka Şehîd Mazlûm Bagok a Kedê û Pêşbirka Şehîd Îsam Ebdullah belav kirin.

Di şahiyê de bi dehan rojnamevan û malbatên her du şehîdan amade bûn û destpêkê hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Malva Elî axivî û behsa rola saziyên ragihandinê yên li herêmê kir.

Hejmarek ji rojnamevan jî peyamên nivîskî û dîmen şandin.

Piştî axaftinan hejmarek ji rojnamevanan ji ber karûxebatên wan ên serkeftî yên ku di qada ragihandinê de pêşkêş kirine, hatin xelatkirin.

Her sal yekîtî di 22’ê nîsanê de xelatan pêşkêş dike, lê îsal ji ber cejna Remezanê hate bipaşxistin.

Mazlûm Bagok di sala 2014’an de û Îsam Ebdullah jî di mijdara sala par de şehîd bûn.

Share This Article