Beriya niha bi du salan fermandara YPJ’ê JIyan Tolhildan digel du hevrêyên xwe Barîn Botan û Roj Xabûr di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Şehîd Jiyan di oxira têkoşîna azadiyê û avakirina jiyaneke birûmet de, heta henaseya dawiyê têkoşiya û li dû xwe mîraseke bêhempa hêla.
Weke navê xwe bû çavkaniya jîn û jiyanê û bi ked û kespa xwe tola bi hezarên salan hilanî.
Selwa Yusif nasnav Jiyan Tolhildan, sala 1980’î, li axa bibereket li Efrînê çavên xwe li dunyayê vedike.
Hîna ciwan e, zû bîrewer dibe û ji bo dermankirina birînên gelê xwe, di sala 1999’an de berê xwe dide nava refên têkoşînê.
Li çiyayên Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de rêwîtiyeke hemdem dimeşîne. Dema ku li Rojava şoreş geş dibe, mîna kevokekê bi bask dibe û ji qada leşkerî heta bi civakî û dîplomasî serkêşiyê ji hemû xebatên şoreşê re dike.
