Meclisa malbatên şehîdan a bajarê Amûdê ji bo her 3 şehîdên QSD’ê yên ku li bendava Tişrînê şehîd bibûn konê sersaxiyê veda.bi sedan endamên meclisa malbatên şehîdan,kongra star, Partiya Yekîtiya Demokratîk , kongra îslama demokratîk û xelkên bajarê amûdê û gundewarên wê beşdarî bin konê sersaxiyê bûn.
Di merasîma sersaxiyê de axaftin li ser navê meclisa malbatên şehîdan, meclisa leşkerî, Partiya Yekîtiya Demokratîk û kongra Star ve hat kirin.
axêveran berxwedana li bendava tişrînê silav kirin û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan nû kirin.
Piştre wesîqeyên şehadetê yên her 3 şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kir
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” na ji dagirkeriyê re” bi dawî bû
