koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, merasîmên xiyabî ji bo şehîd “Şerzan Gabar” ê ku li Çiyayên Azadiyê şehîd bûye, li dar xistin.
Merasîm Li kampa Berxwedan ya koçberên Efrînê hat lidarxistin û tê de hejmarek mezin ji welatî, sazî, partiyên siyasî, meclis û komînan beşdar bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Kongrea Star a Efrîn û Şehbayê axaftin hatin kirin û pesnê mezibûna şehîdan hate dayîn.
Merasîm bi xwandina wesîqeya şehîd û berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin, bi dawî bû.
