Xelkên kantona Reqayê cenazeyên şehîd mihemed hemo û şehîd fewzî mihemed ên ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bibûn oxir kirin.
Merasîma oxirkirinê li pakrewangeha şehîdan bi beşdariya bi sedan xelkên kantona Reqayê û gundewarên wê hat li darxistin.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirktin axavtin li ser navê meclisa cîbcîkar, meclisa malbatên şehîdan hate kirin.
axêveran soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna destkeftiyên wan nû kirin.
Piştre wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.
Cenazeyên şehîdan bi berzkirina dirûşmeyên “şehîd namirin” û tilîliyên dayikan hatin veşartin.
XELKÊN REQAYÊ CENAZEYÊN ŞEHÎD MIHEMED Û FEWZÎ OXIR KIRIN
