MSD’Ê NÊZÎKATIYÊN ŞAM Û ENQERE Û BANDORÊN WÊ YÊN LI DIJÎ KRÎZA SÛRIYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin dirûşmeya hevdîtinên sêalî û gefên Tirkiyê, encumena Sûriya Demokratîk duh, panelek li bajarê Dêrikê li dar xist.

Di panelê de hejmarek ji rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe amade bûn.

Di panelê de mijara nêzîkatiyên her du Hikûmetên Enqere, Şam û bi navbeynkariya Rûsî û bandorên wê yên li dijî çareserkirina krîza Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî bûne rojeva panelê.

Beşdaran jî di parvekirina nêrînên xwe de gotin, nêzîkatiyên her du aliyan li dijî berjewendiya tevahî gelê Sûriyê ne.

Share This Article