Hunermendên kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nobedarên li bendava Tişrînê ku di encamê de 6 sivîl tevî şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar) şehîd bûn, şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ku rasterast sivîlan dike armanc, tawanên şer in ku divê rawestin.
Di daxuyaniyê de berxwedana çalakvanên li bendava Tişrînê hate silavkirin
Her wiha şanoger Bavê Teyar hate bibîranîn û soza şopandina rêya wî hate dayîn.
HUNERMENDÊN REQAYÊ ŞANOGER BAVÊ TEYAR BI BÎR ANÎN
