Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê îro bi dirûşma “bi hev re ber bi civakeke exlaqî Demokratîk û hevbeş” ve panelek li dar xist.
Di panelê de pirisgirêkên li hember jinan û girîngiya bihêzkirina rola jinan di rêvebirina guherîna civakî de hatin nîqaşkirin.
Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê îro bi hevkariya Kongra Star, ji bo nîqaşkirina pirisgirêkn ku li hember jinan derdikevin,panelek li dar xist.
Bi sedan jinên nûnerên rêveberiya xweser ya kantona cizîrê, saziyên jin , partiyên siyasî , çand û huner, kongira star û saziyên civaka sivîl beşdarbûn.
Di panelê de tundiya li himber jinan, xwekuştina ji ber zewcanidna bi darê zorê , rola jinan di rêveberina pêvajoyê û sepandina demokrasiyê de hatin nirxandin.
Her di panêlê de nirxandinên Rêber Apo yên derbarê girîngiya avakirina civakeke Demokratîk de
û ropora girêdayî tundiya li ser jinan, sûcên qetilkirinê, xwekiştin û zextên civakî hatin xwendin.
Beşdarên panelê girîngiya bihêzkirina rola jinan di rêvebirina guherîna civakî, pêkanîna rêgezên tevkariyê di biryardayînê de gotûbêj kirin.
Panel bi encamnameyeke hevbeş bi dawî bû.
