KARWANEKÎ GEL JI QAMIŞLO, AMÛDÊ Û TIRBESPIYÊ BERÊ XWE DA BENDAVA TIŞRÎNÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê ji bo piştgiriya nobetdarên bendava Tişrînê û parastina ax û ava xwe, berê xwe dan Bendavê.
Karwanê gel li cem çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina dîlanê berxwedana nobetdarên bendavê silav kirin.
Piştî ku girse gihaşte hev, alayên QSD’ê û YPJ’ê hildan û bi moralên bilind berê xwe dan bendava Tişrînê.
Roja 8ˈê Çileyê gelên herêmê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer ber bi herêmê ve derketibûn rê.
Tevî ku dewleta Tirk êrîşî karwanê gel dike û komkujiyan pêk tîne, lê dîsa jî gel ji rêya xwe venagere û ber bi bendavê ve diherike.

Share This Article