Yekîtiya Rewşenbîran ya kantona Cizîrê, bi boneya roja zimanê Kurdî li parka xwendinê ya Qamişlo, panelek li dar xist.
Panel Bi amadebûna bi dehan rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û dîrokzanan, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Her wiha di panelê de, dîroknas Bradost Mîtanî axivî û behsa girîngiya perwerdehiya bi zimanê kurdî kir.
Piştre panel bi nîqaş, pêşniyar, stran û govendê bi dawî bû.
