HEYVA SOR A KURD XIZMETÊN XWE DI HEMÛ REWŞAN DE PÊŞKÊŞ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê ji welatiyên koçber re, Heyva Sor a Kurd li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tîmên xwe yên awarte avakirine û xistine nav xebatê.

Yek ji van tîman, tîma li Kampa Newroz e, ku bi rojan li wir dimînin û koçberan derman dikin.

Ji ber sermaya zêde di zivistanê de, tîma li kampê diyar kir ku rojane, zêdetirî 100 nexwşî pêşwazî dikin.

Ji ber belavbûna zêde ya nexweşiyê di nava kampê de, Heyva Sor 24 seatan bi hev ve girê dide û xizmetên xwe bi rêkûpêk pêşkêş dike.

Hêjayî gotinê ye ku Heyva Sor a Kurd, di sala 2012’an de û di demekê de ku li herêmê destekên alîkariyê kêmbûn, hate damezrandin.

Ji wê demê û heya niha, xizmetên xwe di hemû rewşan de, bê westan pêşkêş dike.

Share This Article