LI BAJARÊ QAMIŞLO 2 ŞEHÎD BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Îro şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo oxir kirin.

Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongreya Star amede bûn.

Di merasîmê de li ser navê hêzên leşkerî ji aliyê Nazir Sufî ve, li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Elî û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima Casim axaftin hatin kirin û soza geşkirina rêyên şehîdan hate nû kirin.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Share This Article