EŞÎR Û SAZIYÊN HERÊMÊ PIŞTGIRIYA XWE BI QSD’Ê Û HÊZÊN LEŞKERÎ RE RAGIHANDIN

Rojava Tv
3 Min Read

Eşîr û saziyên herêmê bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re nîşan dan û gotin: hikûmeta şamê bi êrîş û komkujiyan dê nikaribe hevgirtina li herêmê têk bibe.

Aramiya ku li herêmên Rêveberiya Xweser tê jiyan kirin, hikûmeta şamê û çekdarên Dîfa El- Wetenî Kêfxweş nekir, ji lewre êrîşî gundên Dêrezorê kirin û malbatên sivîl kirin armanc.

Bawermendên herêmê kiryarên hikûmeta şamê şermezar kirin û diyar kirin ku ew bi Rêveberiya Xweser, QSD, û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ne.

Şêx û Rûspiyên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê tekez kirin ku, yekîtî û hevgirtina eşîran çeka herî bihêz a li hember hemû hewlên têkdana aramiyê ye.

Her wiha şêx û rûspiyan komkujiya ku hikûmeta şamê li dijî sivîlên Dêrezorê pêk aniye şermezar kirin.

Şêx û Rûspiyan tekez kirin ku eşîr bi mêr, ciwan û jinên xwe mil bi mil li gel QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn disekinin.

Rûspiyên kantona Efrîn û Şehbayê jî derbarê heman mijarê de daxuyaniyek dan û tê de komkujiyên ku hikûmeta şamê li dijî sivîlên gundewarên Dêrazorê pêk tîne şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdariya endamên saziyên rêveberiya xweser, nûnerên partiyên siyasî, Kongra Star li ber Navenda Eşîran hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, pêwîste her kes di rûyê hewlên fitneyê de bend be û bi agahiyên ne rast bandor nebe.

Tevgera Çanda Jin a Hîlala Zêrîn jî têkildarî bûyerên dawî yên li Dêrazorê û hedefgirtina sivîlan, daxuyaniyek da.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de êrîşên hovane yên hikûmeta şamê û her kesên ku destê wan di êrîşê de heye, şermezar kirin.

Tevgera Çanda Jin a Hîlala Zêrîn bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî yên mafên zarokan kirin ku ji sûcdaran hesab bipirsin û sûcên hikûmeta şamê rawestînin.

Li aliyekî din Buroya Parastina Zarokan a kantona Minbicê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên komkujiya Dêrazorê re xwest û diyar kir ku, hikûmeta şamê bi êrîş û komkujiyan dê nikaribe hevgirtina li herêmê têk bibe.

Buroya Parastina Zarokan bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku li hember sûc û kiryarên hikûmeta şamê erkên xwe pêk bînin.

Share This Article