Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi boneya cejna Noelê li navend û saziyên xiristiyanan geriya û cejna wan pîroz kir.
Şandeya Rêveberiya Xweser ku ji Hevserokatiya Meclîs û Desteyên kantona Cizîrê pêk hat, serdana navenda Partiya Yekitîya Suriyan, Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Sotoro û Kesayetên Suryanî yên li Qamişlo kir.
Di serdanan de, Cejna Noelê li Xiristiyanên herêmê bi taybet û yên cîhanê bi giştî hate pîrozkirin.
Şandeya Rêveberiya Xweser tekez kir ku, pêkhateyên herêmê bi hev re projeya Rêveberiya Xweser ku mafên hemû pêkhateyan diparêze ava kirin û ew ê bi hev re jî pêşeroja xwe ava bikin.
RÊVEBERIYA XWESER A CIZÎRÊ SERDANA NAVEND Û SAZIYÊN XIRISTIYANAN KIR
