Şandeyeke ji nûnerên Vatîkanê serdana Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê kir.
Şande bi armanca naskirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk, mekanîzmeya xebatê û avakirina têkiliyan hatiye herêmê û îro dest bi serdanên xwe kir.
Şande li Gerînendeya Têkiliyên derve ji aliyê Hevserokên gerînendeyê û cîgirên wan ve hat pêşwazîkirin.
Di dawiyê de şandeyê diyarî pêşkêşî girînendeyê kir.
Piştre şandeya Vatîkanê berê xwe da navendên Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê.
ŞANDEYEKE VATÎKANÊ SERDANA SAZÎ Û DESTEYÊN RÊVEBERIYA XWESER KIR
