Xelkên Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, ew tev li pişta Kobaniya berxwedanê ne.
Her wiha bang li tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî kirin ku li hember kiryarên hovane bêdeng nemînin.
Piştî hilweşîna Rêjîma Baasê û desthilata wê ya dîktator Sûriyê ber bi qonaxeke nû ve diçe û Rêveberiya Xweser jî roleke sereke di wê proseyê de dilîze.
Hevdemî van geşedanan Dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşên xwe yên hovane li dijî bajarê kobanê dijwartir dike.
Di van êrîşan de dagirkerî bi dehan jin û zarokan qetil dike û êşkenceyan li wan dike.
Xelkên Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, ew tev li pişta Kobaniya berxwedanê ne.
Her wiha Xelkên Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê bang li tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî kirin ku li hember kiryarên hovane bêdeng nemînin.
Ji 8’ê kanûnê de dewleta tirk a dagirker bê navber êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ya girêdayî bajarê Kobanê dike.
Di 19’ê Kanûnê jî de rojnamevan Nazim daştan û Cîhan Bîlgîn yên ku bi erka xwe ya rojnamegeriyê radibûn, di encama êrîşa Trikiyê de gihêştin asta şehadetê
