LI REQAYÊ DERBARÊ 15’Ê SIBATÊ DE KONÊ ÇALAKIYÊ HAT VEDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Jin a Meclîsa malbatên şehîdan li kantona Reqayê derbarê komploya navnetewî ya 15’ê sibatê de konê çalakiyê veda.
Konê çalakiyê bi beşdariya bi sedan xelkên kantona reqayê, saziyên civaka sivîl ,Hêzên leşkerî, tevger rêxistin, partiyên siyasî, sazî û dezgehên jinan hate vedan.
Di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin û tê de komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdullah ocalan hat şermezar kirin.
Her di axaftinan de banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin û berxwedana gel û şervanan a li bendava Tişrînê hat silavkirin.
Axêveran gotin ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber apo felesefeya azadiyê mezin bikin.
çalakî bi berzkirina durişman bi dawî bû.

Share This Article