YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN A CIZÎRÊ DAXUYANIYEK DERBARÊ GEŞEDANÊN DAWÎ DE DA

Rojava Tv
1 Min Read

Der barê geşdanên dawî yên ku Sûriyê û bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Yekîtiya Rewşenbîran di daxuyaniyê de got: Di demekê de ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûxandina rejîma Baas tê pîrozkirin, dewleta Tirk derfetê ji vê rewşê digre û gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Yekîtiyê dewam kir û got: Dewleta Tirk di heşmendiya xwe ya qirker de berdewam e û dixwaze bajarê ku teror şikandiye, bajarê Kobanê dagir bike. di vî warî de jî guh nade hevpeymaên agirbestê û wan binpê dike.

Her wiha Yekîtiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêwîstiya yekkirina rêza Kurdî û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rawestana li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê.

Share This Article