Xelkên bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê endamê Asayîşê Şehîd Henoş Bekî ya ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî oxir kirin.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistina jin bi berzkirina dirûşmeyên Şehîd namirin, berê xwe dan goristana Şehîd Dijle.
Di merasîmê de li ser navên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tevgera Jin axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de êrîşên Tirkiyê bi tundî hatin şermezarkirin û tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniya hatin kirin.
Piştre cenazeyê Şehîd di nava tilîlîyên dayîkan û tolhildanê de hatin oxirkirin.
