Operayona ”Ewlehiya Domdar” di roja xwe ya 6ˋan de dewam dike, di nava 6 rojên operasyonê de hêzan 73 çeteyên DAIŞ’ê girtin, gelek çek û cebilxane desteser kirin û 2 tunelên ku ji bo veşartina çekan û çeteyan di hundirê kampê de dihatin bikaranîn, ji nav birin.
Berpirsê navenda ragihandinê ya YPG’ê Siyamend Elî aşkere kir ku operasyona ”Ewlehiya Domdar” rê li ber vejandina DAIŞ’ê li kampa Holê û derdorê wê girt.
Operasyona ”Ewlehiya Domdar” ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD’ê û YPJ’ê di 6’ê Mijdarê de li kampa Hol û derdora wê dabûn destpêkirin, bi xurtî didome.
Qonaxa yekemîn a operasyonê ku tê de rûberên berfireh ên başûr û bakurê bajarê Holê hatin paqijkirin bi dawî bû, ev çend roj in jî qonaxa duyemîn a paqijkirina kampa Holê bi rê ve diçe.
Operayon di roja xwe ya 6ˋan de dewam dike, di nava 6 rojan de hêzan 73 çeteyên DAIŞ’ê girtin, gelek çek û cebilxane desteser kirin û 2 tunelên ku ji bo veşartina çekan û çeteyan di hundirê kampê de dihatin bikaranîn, ji nav birin.
Berpirsê navenda ragihandinê ya YPG’ê Siyamend Elî aşkere kir ku operasyona ”Ewlehiya Domdar” rê li ber vejandina DAIŞ’ê li kampa Holê û derdorê wê girt.
Endamê odeya operasyonan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Dilşêr Hesekê jî da zanîn ku wan di nava operasyonê de alavên ku çeteyan ji bo êşkanceyê bi kar dianîn, desteserkirin.
Odeya operasyona “Ewlehiya Domdar” di nava daxuyaniya xwe ya destpêkirina operasyonê de got ku Ev operasyon li ser bingeha agahî û mukurhatinên çeteyên DAÎŞ’ê ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin, li dar ket.
her wiha tekezî li ser israra têkoşîna xwa ya li hember têkbirina metirsiya DAIŞ û sepandina aramî û ewlehiya herêmê kir.
