KONGRA STAR TEVLÎ PÊNGAVA ‘JI OCALAN RE AZADÎ Û JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERÎ’ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ji pêngava ‘Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ragihand.

Daxuyanî bi beşdarbûna jinên herêmê li pêş Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate xwendin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got: “Ev pênagav xwedî wateyeke mezin û bersiva mezin ji komploya navneteweyî re ye, her wiha Kongra Star ji qada Şoreşa Jin re dengê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêwîstiya çareserkirina doza Kurdî re bilind dike û tevlî pêngavê dibe.

Her wiha hate diyarkirin ku 25 sal in kiryarên dij mirovî li dijî Rêber Apo tên kirin û ew vê tecrîda li dijî Rêber Apo bi tundî şermezar dikin ji ber tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan vedguhere êrîşên qirkirinê li dijî gelên bi Netewa Demokratîk bawer in.

Di dawiyê de bang li mirovahiyê bi giştî kirin ku tevlî pêngavê bibin û soza berdewamkirina xebatên xwe yên ji bo azadiya fÎzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dan.

Share This Article