TIRKIYÊ DI ÊRÎŞÊN XWE YÊ LI DIJÎ HERÊMÊ DE SÛCÊN ŞER DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Dewleta Tirk 26’ê Cotmeha îsal bi rêya balafirên xwe yên bê mirov 3 caran Navenda Hêzên Ewlekariya ‎Hundirîn a bajarê Amûdê bombebaran kirin. ‎

Dema ku Tîmên Agirkujê berê xwe dan cihê bûyerê da ku agir vemirînin û birîndaran rizgar bikin, careke din navend hate bombebarankirin û di encamê de 8 kes birîndar bûn. ‎

Endamê Tîma Agirkujê ya Amûdê Xalid Macî got: Tirkiyê tîmên agirkujê û sivîlan dike armanc.

Xalid Macî ji Civaka Navneteweyî xwest ku pêşî li sûcên Tirkiyê yên li dijî herêmê bigire ‎

Dewleta Tirk ji 23ê heya 27ê meha borî bi rêya balafirên xwe yê şer, bê mirov û çekên giran êrîşî ‎seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di van êrîşên xwe de Navendên Xizmetguzerî, Ekîbên ‎Rojnamevanan û Tîmên Agirkujê jî armancgirtin.

Share This Article