NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ: GELÊ HERÊMÊ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ LI HIMBERÎ ÊRÎŞAN DA MEŞANDIN

Rojava Tv
2 Min Read

Endam û Rêveberên kantona Cizîrê derbarê salvegera yekemîn a berxwedana Bendava Tişrînê ji ji Rojava Tv re nirxandin kirin.

Axêveran diyar kirin ku berxwedaniya Bendava Tişrînê gel û şervanan kirin yek, şerê gelê şoreşgerî da meşandin û bi hevre dijmin têk birin.

Di 8’ê Kanûna 2024’an de, dema ku gelê Sûriyeyê hilweşîna rejîma Baas pîroz dikir, dewleta Tirk a dagirker bi karanîna balafirên şer, dron, tank û wesayîtên zirxî êrişeke berfireh li ser bajarê Minbicê û derdora Pira Qerequzak û Bendava Tişrînê da destpêkirin.

Şervanên QSD`ê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ev êriş paşve xistin, ji bo vê yekê dagirkeriya Tirkiyeyê hemû çavkaniyên xwe yên leşkerî û medyayî seferber kir.

Lê belê, ev hemû hewldan li hember berxwedana şervanan û gelê herêmê têk çûn.

Rêvebera ofîsa jin a Meclisa bajarê Amûdê Minewer Xalid diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe xwest gelê herêmê bê av û kehrebe bimînin. Lê gelê herêmê şerê gelê şoreşgerî li himberî van êrîşan da meşandin.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Mihêdîn Hesen anî ziman ku berxwedaniya Bendava Tişrînê gel û şervan kirin yek û bi hevre dijmin têk birin.

Berxwedana li Bendava Tişrînê ku 118 rojan dom kir evsaneyên qehremaniyê yên dîrokî li hember şerê dagirkeriyê nivîsndin.

Share This Article