BANGÊN JI BO PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamên Kongra Star yên bajarê Qamişlo pergala qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kirin û gotin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ew ê li ber xwe bidin.
Her wiha Endamên Kongra Star dan zanîn ku, bi saya ramanên Rêber APO jinan azadiya xwe bi dest xistin û mafên xwe nas kirin.

Desthilata faşîst ya Tirk bi bihaneyên ne rewa careke din Cezayekî disîplînê yê nû li Rêber Abdullah Ocalan birî û qedexeya hevdîtina bi malbatê re jî hate ferzkirin.

Li hember pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê karvedan û nerazîbûn her du diçin zêdetir dibin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê kirin.

Endamên Kongra Star yên bajarê Qamişlo pergala qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kirin û gotin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ew ê li ber xwe bidin.

Her wiha Endamên Kongra Star dan zanîn ku, bi saya ramanên Rêber APO jinan azadiya xwe bi dest xistin û mafên xwe nas kirin.

Piştî 44 mehên tecrîda girankirî ji bo cara yekemîn di 24’ê Cotmehê de peyama Rêber APO hate weşandin û Rêbertî got, tecrîd hîna didome. Her wiha amadebûna xwe ya ji bo çareseriyê jî piştrast kir.

Share This Article