Tevgera civaka demokratîk TEV-DEM ya bajarê Helebê bi boneya 1’ê mijdarê daxuyaniyek da û got, Berxwedan Kobanê ji tax, çeper û kolanên Kobanê derbasî hemû cîhanê bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, bi saya têkoşîn û fedekariyên şervanên YPG, YPJ û piştgiriya kurdên li kurdistan û cîhanê kobanê bi ser ket û terora ku metirsiya wê li ser mirovahiyê hebû têk çû.
TVD-DEM got, Berxwedana Kobanê ji tax, çeper û kolanên Kobanê derbasî hemû cîhanê bû û bû mînakeke dîrokî ya ku nayê jibîrkirin.
“yên ku li benda têkçûna kobanê bûn bi xwe têk çûn û niha di krîzan de jiyan dikin”
Tevgera civaka demokratîk TEV-DEM ya bajarê Helebê di dawiyê de anî ziman ku ew ê bi rihê berxwedana kobanê li ber xwe bidin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.
