DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞÊN XWE ÇAVKANIYÊN JIYANÊ RÛXANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

‎23’ê cotmehê dewleta tirk a dagirker pêleke êrîşên asîmanî û bejahî yên dijwar li dijî herêma bakur û ‎rojhilatê sûriyê destpêkir.‎
Dagirkeriyê di wan êrîşan de binesaziya herêmê, navendên xizmetê, cihên sivîlan her wiha navend û ‎bendên hêzên ewlekariyê topbaran û bombebaran kir.‎
Yek ji deverên ku hate bombebaran kirin jî stasyona siwêdiyê ya bajarê dêrikê bû ku kehrebe û ‎sotemenî berhem dida û di encamê de stasyon bi temamî ji xizmetê derket û 8 karmendên wê jî şehîd ‎bûn.‎
Ji Rêveberên Stasyona Siwêdiyê Amir Semo dibêje ku dagirkeriyê 7 caran stasyona siwêdiyê ku rojane ‎zêdetirî 800 hezar‏ ‏litir mazot, 750 hezar litir banzîn û 600 hezar tupên xazê berhem dida, bombebaran ‎kir.‎

Amir Semo diyar dike ku di encama rawestandina stasyona siwêdiyê de, sotemenî û kehrebe li herêmê ‎nemaye û armanca dagirkeriyê ji van êrîşan jî koçberkirina gel e.‎

Ji ber êrîşên dagirkeriyê di nava çend rojan de 150 hezar malbat li herêma bakur û rojhilatê sûriyê bê ‎kehrebe mane her wiha 18 kes şehîd û 68 jî birîndar bûn.‎

Share This Article