SÛKA BAJARÊ QAMIŞLO BI QEYMAXÊ GAMÊŞAN YÊ BIÇÊJ BINAVÛDENG E

Rojava Tv
1 Min Read

Dema ku rêwîyek ji deverekê biçe bajarê Qamişlo, pêwîst e serdana sûka wê ya navendî bike û qeymaxê gamêşan bikire.

Qeymaxê gamêşan yek ji darişteyên şîr yên herî biçêj û tendurist e ku herî zêde li kantona Cizîrê tê firotin.

Ev jî malbateke ji taxa Tey a bajarê Qamişlo ye ku gamêşan xwedî dike. Malbatê çanda xwedîkirina gamêşan ji bapîrên xwe girtiye.

Malbat dibêje, Qamişlo bi qeymaxê gamêşan tê naskirin û behsa taybetmendiyên gamêşan dike.

Piştî amadekirina qeymax, malbat ber xwe dide sûkên bajarê Qamişlo û qeymaxê gamêşan yê biçêj li wir difroşe.

Ajeldar dibêjin, pêwîstiya her kîloyek qeymax bi 10 kîloyên şîrê gamêşan heye.

Li aliyekî din jî ajeldar ji ber negiringîdayîna zêde bi gilî û gazind in.

Share This Article