Di navbera 23’ê û 26’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bê mirov û bi zêdetirî 1024 topên hawinan êrîşî jêderên jiyanê li herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê kir.
Di encamê de stasyonên petrolê yên ku rojane zêdetirî 50 hezar bermîl petrol berhem dianîn, her wiha stasyonên kehrebeyên yên kantona Cizîr û Firatê bi temamî ji xizmetê derketin.
Li hemberî wan êrîşan QSD’ê ragihand ku di çarçoveya mafê parastina rewa de, wan rêzeçalakiyên serkeftî li dijî bargehên dagirkeriyê li dar xistin û hejmarek ji çete û leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin û birîndarkirin.
di vê çarçoveyê de ji fermandarên Encumena leşkerî ya Reqayê Rûken Berçem got, ew wekî hêzên leşkerî dê li hember êrîşan bersivên xurt bidin.
Her wiha ji fermandarên Encumena leşkerî ya Reqayê Ciwan El Ehmed jî tekez kir ku ew amade ne bersiva êrîşan bidin.
Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî ragihand ku tu têkiliya wan bi çalakiya li Enqereyê re tune ye û eger êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê dewam bikin dê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan bidin.
