⁣KOMA ŞEHÎD WELAT A GOVENDÊ AMADEKARIYÊN NEWROZÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

bi nêzhatina Cejna Newrozê re êdî gelê kurd di amadekariyên pîrozkirina cejna xwe dikin.‎

Ji cilûbergên kurdî heta bi amadekirina qadên pîrozkirina newrozan û komên ku tabloyên hunerî li ser ‎dikeyên newrozan tên pêşkêşkirin tên amadekirin.‎

Komên Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê jî ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê ev demek e dest ‎bi provayan dikin.‎

Koma Şehîd Welat a govendê jî yek ji wan komane ku bi armanca pêşxistina çand û filiklora kurdî û ‎pêşkêşkirina wê di newrozê de, perwerdeyan dibîne.‎

Rêvebera Koma Şehîd Welat a Govendê sîdra şêxmûs ji Rojava TV re axivî û diyar kir ku ew‏ ‏ji temenê ‎‎14 salî ve di nava komê de ye û niha jî provayan dibînin.‎

rêveberê komîna govendê û mamosteyê govendê Îbo Hemê jî destnîşan kir ku hejmareke zêde ya ‎ciwanan tevlî komê bûne û ewê bi govendên rengîn derkevin ser dikeyên Newrozê.‎

li seranserî herêmê û ji bo pêşxistina çanda kurdî komên govend, stran, şano û dîlanan di nava kar û ‎xebatan de ye û newrozê jî ji bo xwe weke pêşbirka hunera kurdî dibînin ku bi riya wê hewil didin ‎baştirîn berhem ji bo gelê xwe pêşkêşbikin.‎

Share This Article