Koçberên Efrînî yên ku li Şehbayê dijîn, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya tirk yên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê dan û diyar kirin ku, dagirkerî rojane êrîşî wan dike û di êrîşên xwe de zarokan jî dike hedef.
koçberan tekez kirin ku besiva wan li hemberî êrîşan berxwedan e û dê heta vegrera li Efrînê jî li ber xwe bidin.
Dewleta Tirk a dagirker di navbera rojên 23 û 26’ê cotmehê de, 1168 êrîşên hovane li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn.
Di encama êrîşan de 18 kes gihaştin asta şehadetê û bi dehan saziyên xizmetê hatin rûxandin û ji xizmetê hatin derxistin.
Koçberên Efrînî yên ku li warê koçberiyê li Şehbayê dijîn, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya tirk dan û diyar kirin ku, dagirkerî di êrîşên xwe de zarokan jî hedef digre.
Her wiha Koçberên Efrînî destnîşan kirin ku, dewleta tirk a dagirkera rojane êrîşan li ser wan pêk tîne û ew jî li hemberî êrîşan her li ber xwe didin.
Ji sala 2022’yan ve û ta niha ev cara çaremîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
