162 XWENDEKAR JI PEYMANGEHA AMADEKIRINA MAMOSTEYAN DERÇÛN

Rojava Tv
1 Min Read

di bin dirûşmeya “Bi Zanist û Zanînê, Pêşerojeke bi Ronî Ava Dibe” Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê bo derçûna xwendekarên Peymangeha Amadekarkirina Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist..

Şahî bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser,Kongra Star, malbat û dostên xwendekaran û mamosteyan herêmê pêk hat.

Xwendekar bi cilûbergên xwe yên derçûnê derbasî qada şahiyê bûn, piştî xuleyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan Axaftina ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê, Encumena Cibcîkar a Cizîrê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin..

di nava axaftinan de serkeftina xwendekaran hat pîroz kirin û hat gotin ku ew bi derfetên biçûk, bi ked û fedekariya mezin a şehîdan gihiştin van rojan..

Di şahiyê de 162 xwendekarên sala xwendinê ya 2023-2024`an ên Peymangeha Amadekarkirina Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî bawernameyên xwe bi dest xistin.

Paşê beşdarvanên şahiyê li ber stranên Komên mûzîkê yên Peymangeha Amadekarkirina Mamosteyan û Koma Botan govend gerandin..

Share This Article