Nivîskar Mihemedê Pîrê û Dîroknas Biradost Mîtanî ji RojavaTV re tekezkirin ku kesayetên wekî seyîdayê Cegerxwîn namirin ji ber ku Cegerxwîn jiyana xwe tev kiribû parastina zimanê Kurdî.
40 sal di ser koça dawî ya Wêjevan û Helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn re derbas dibe.
Cegerxwîn ku di dema dagirkerên Kurdistanê bi awayekî zordar axaftina bi zimanê Kurdî qedexe dikirin, lê wî bi hêzeke mezin ji bo pêşxistina zimanê Kurdî her di nav lêgerînê de bû her wiha yek ji parêzvanên ziman,wêje û dîroka Kurdewarî ye.
Nivîskar Mihemedê Pîrê ji Rojava Tv re got ew ji kesayetek û helbestên seydayê cegerxîn bandor bûye û bi rêya pirtûkên wî fêrî kurdî bûye.
Her wiha Dîroknas Biradost Mîtanî jî got Seydayê Cerxwîn gelek zor û zehmetî dît, her dem xewn û xeyalên wî li ser xaka kurdistanê bû.
seydayê Cegerxwîn bi nivîsên xwe di warê wêje, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke pir mezin kiriye.
seydayê Cegerxwîn di nivîs û helbestên xwe de rêya welatparêzî, şoreşgerî û zanînê hilbijartiye.
