PÊŞANGEHA ŞEHÎD HEREKOL DI ROJA XWE YA 5’AN DE DEWAM DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” di roja xwe ya 5’an de dewam dike.

Pêşangeh rastî eleqeyeke germ a xwîneran tê, lê buhabûna nirxan hinekî dilê xwîneran sar kiriye.

8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di bin dirûşmeya “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” di roja xwe ya 5’an de dewam dike.

Di pêşangehê de zêdetirî 143 hezar pirtûk û 15 hezar serenav tên pêşandan, 54 wşanxane, navend û saziyên wejeyî ji herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê û derveyî herêmê tevlî pêşangehê bûne.

Pirtûkên di pêşangehê de bi zimanên kurdî , erebî, tirkî, îngilîzî, rûsî, fransî, suryanî, ermenî û almanî ne.

Cîgirê hevserokatiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Danîş Botan got, tevî rewşa zehmet ya ku herêm tê re derbas dibe, lê dîsa jî 8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol hate lidarxistin.
Her wiha nivîskarê Kurd yê xwediyê berhemên dewlemend Merwan Berkat jî behsa girîngiya pêşangehê dike û dide zanîn ku, nirxê kirîna pirtûkan ji sala derbasbûyî buhatir e.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol cara yekemîn 20`ê Tîrmeha 2017`an ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar Hisên Çawîş hate lidarxistin û ji wê demê ve salane Pêşangeh tê vekirin.

Di nava pêşangehê de semîner jî tên dayîn, her wiha çalakiyên hunerî û îmzekirina pirtûkan jî tên lidarxistin. Biryar e ku pêşangeh heta 22’ê Cotmehê dewam bike.

Share This Article